Parlementera HDPê Sîbel Yigitalp hate girtin

Parlementera HDPê Sîbel Yîgîtalp girtina xwe ji hesaba xwe ya Twîtirê ragihand û got ew niha li bajarê Diyarbekirê li pêşiya mala xwe hatiye girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementera HDPê Sîbel Yîgîtalp girtina xwe ji hesaba xwe ya Twîtirê ragihand û got ew niha li bajarê Diyarbekirê li pêşiya mala xwe hatiye girtin.

Li gor zanyariyan, Parlementera HDPê di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê wê de berî niha hatibû vekirin û heta 28 salan cezaya zindanîkirinê ji bo wê tê xwestin hatiye girtin.

Sîbel Yîgîtalp bi endamtiya PKKê tê tohmetbarkirin.

6 roj berê jî Parlementerê HDPê Ayhan Bîlgen hatibû berdan û hejmara parlementerên girtî yên HDPê daketibû 9`an. Lê îro bi girtina Sîbel Yîgîtalpê hejamara parlementerên girtî yên HDPê bû 10.