Tirkiye nema daxwaza derketina Esed ji desthilatê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiyê mercê guhertina rêjîma Beşar Esed ji pilana karên xwe derxist û hebûna Esed û Partiya Beis yasayî û asayî dibîne.
Berî niha Tirkiyê di piroje yasaya operasyonên derveyî sînorên xwe de nivîsî bû, ku rêjîma Beşar Esed zulmê li xelkê Sûriyê dike û alîkariya grûpên terorî dike, lê niha ew xal di piroje yasaya xwe de nehiştiye û mana Esed wek tiştekî yasayî dibîne.
Civata wezîrên Tirkiyê ew piroje yasa amade kiriye , îro jî perlemana wî welatî deng li ser da.