Amerîka, Rûsya û Urdin devereke kêmkirina şer li başûrê Sûriyê pêk tînin

Urdin: Ew lihevkirin gaveke giring e di çarçoveya karên wan yê hevbeş bi Amerîka û Rûsya re, ji bo bidawîkirina şerê li Sûryê

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa nûçeyên Betra ya Urdinî ragihand, ku her yek ji Mosko, Washington û Emmanê, li ser pêkanîna deverke kêmkirina şer li başûrê Sûriyê lihev kirine û nûnerên hersê welatan li ser vê lihevkirinê îmze kirine.

Ji aliyê xwe ve peyvdarê hikûmeta Urdinê Mihemed El-Mûminî got: Ew lihevkirin gaveke giring e di çarçoveya karên wan yê hevbeş bi Amerîka û Rûsya re, ji bo bidawîkirina şerê li Sûryê û pêkanîna çareseriyeke siyasî.