ENKS: PYD ne partiyeke teroristî ye

Helwestên Hevpeymaniya Niştimanî ya oposizyona Sûriyê (Îtîlaf) narazîbûnekê di civaka Kurdî de peyda kir. Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî nerazîbûna xwe derbarê helwesta Itîlafê diyar dike û radigihîne Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ne partiyeke teroristî ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Helwestên Hevpeymaniya Niştimanî ya oposizyona Sûriyê (Îtîlaf) narazîbûnekê di civaka Kurdî de peyda kir. Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî nerazîbûna xwe derbarê helwesta Itîlafê diyar dike û radigihîne PYD ne partiyeke teroristî ye.

Piştî êrîşên artêşa Tirikyê û grûpên çekdar yên bi ser opozisyonê ve li ser bajarê Efrînê, helwestên îtîlafa oposizyona sûriyê derbarê gelê Kurd tundtir bûne. Nemaze ku bi awayekî eşkere piştgiriya operasyona leşkerî li dijî Efrînê dike. Serkirdeyên ENKSê helwestên Itîlafê red dike û derbarê vê yekê bi zelalî êrîşên Tirkiyê şermezar dikin. Herwiha tekez dikin ku nûnerên ENKSê di Itîlafê de ji ber helwestên civîna Itîlafê, xwe ji civînê vekişandine.

Serkirdê di ENKSê de Mihsin Tahir ji K24ê re got: “Daxuyaniya Îtîlafê ya dawiyê dibêje PYD partiyeke terorê ye em wê şermezar dikin. Em dibînin PYD partiyeke siyasî ye. Cudabûna siyasî di navbera me û PYD de heye, lê ti carî me negotiye ku PYD partiyeke terorî ye. Baweriya me bi proja û daxuyaniya Îtîlafê nayê, ji ber vê jî nûnerên me di Îtîlafê de di civînê de tehefuz kirin û ji civînê derketin.”

Ji aliyekî din ve, hin şîrovekarên siyasî didin zanîn ku ligel berdewamiya êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê, pêwîst e ENKSê ji Itîlafê vekişe û karê xwe li Rojavayê Kurdistanê berdewam bike. Herwiha dibînin ku di hundirê ENKSê bi xwe de jî cudahiya nerînan heye, loma pêwîst e helwesteke yekgirtî ji ENKSê re hebe.

şîrovekarê siyasî Ferîd Sadon ji K24ê re got: “Daxwaza gelê me ew e, divê ENKS û TEV-DEMê re bigihin projeyek yan helwesteke hevbeş bi hev re bikin, dema nikaribin bikin her yek ji wan dikarê xebatê di ber gelê xwe de bikin, ji ber wê divê ENKS li hundir be, ne li derve be, asta wê siyasî û dîplomasî li derve be ne xem e, lê divê di hundir de bi PYDê re be yan ne pê re be çalak be.”

Helwestên Itîlafê oposizyona Sûriyê narazîbûnekê di civaka Kurdî de peyda dike û di dema ku xelkên Rojava û piraniya partî û aliyên siyasî doza vekşandinê ji ENKSê ji Îtîlafê dikin, nûnerên ENKSê dibêjin, derbarê êrîşên li ser Efrînê de ew pabendî helwestên Itîlafê nabin.