Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa êrîşa li ser Efrînê gotûbêj dike

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê li Sûriyê (ENKS) ji bo operasyona artêşa Tirkiyê li ser Efrînê li Brûkselê ligel şandeke Wezareta Derve ya Yekîtiya Ewropî civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê li Sûriyê (ENKS) ji bo operasyona artêşa Tirkiyê li ser Efrînê li Brûkselê ligel şandeke Wezareta Derve ya Yekîtiya Ewropî civiya.

Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKS di daxuyaniyekê de belav kir, îro şandeke ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mela li Brûkselê ligel Nivîsgeha Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê bi serokatiya Berpirsê Rojhilata Navîn Sibel Picard civiya.

Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKS diyar kir, di civînê de, behsa êrîşa artêşa li ser Efrînê û kongreya Cenêv û Sochiyê hate kirin.

Diyar kir jî, şanda Yekîtiya Ewropa dilgiranya xwe derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê nîşan daye û ji wan re ragehandiye ku siba Berpirsa Siyaseta Karûbarên Derve a Yekîtya Ewropa federica mogherini ligel wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa li ser rewşa Efrînê dicive û hefteya bê jî ligel şandeke bilind a danûstandinan ya opozîsyona Sûriyê jî dicive.