Brîtanya: Şerê li dijî tundrewan berdewam dibe

Piştî kontrolkirina Baxozê dawî berîka DAIŞê li Sûriyê, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May daxwaza berdewamiya şerê li dijî tundrewan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî kontrolkirina Baxozê dawî berîka DAIŞê li Sûriyê, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May daxwaza berdewamiya şerê li dijî tundrewan dike.

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May derbarê kontrolkirina Baxozê de ragihand, rizgarkirina dawî navçeya di destê DAIŞê de qonaxeke dîrokî ye û bê lehengî, pabendbûn û karê hevpeymanên wan li Iraq û Sûriyê, ew yek pêk nedihat.

Theresa May dibêje, divê ew çavê xwe ji gefên DAIŞê negirin û hikûmeta Brîtanyayê rijd e li ser jinavbirina îdolojiya DAIŞê ya tundrew.

Duhî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Baxozê dawî berîka DAIŞê serkeftina yekcarî bi ser DAIŞê de li Sûriyê ragihandibû.

Brîtanya di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de û li gor hikûmeta Brîtanî, nêzîkî 1400 leşkerên xwe li Iraq û Sûriyê belav kiriye û nêzîkî 1600 lêdanên esmanî li dijî encam dane.

 

S. B