Amerîka: Rûsya rê li ber çûna tîma lêkolînê ji bo Dûma digire

Amerîkî: Eger heye her yek ji Rûsya û Sûrya ew belgê û nîşanên li ser erdê li Dûmayê mane, têk dabin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî ajansa Reutersê, îdara Amerîka Hikûmeta Rûsî tometbar kir, ku nahêle tîma navdewletî ya lêkolînê derbarê kîmawî li Dûmayê, derbarî cihê bûyerê bibe.

Ajansê ji ser zimanê hin berpirsên Amerîkî belav kiriye, ku eger heye her yek ji Rûsya û Sûrya ew belgê û nîşanên li ser erdê mane, têk dabin, lê ev yek ji aliyê Mosko ve hat redkirin.

Li gorî berpirsên Rûsî, biryar e sibe tîmeke lîkolînan ji rêxistina qedexekirina çekên kîmawî derbasî devera Dûmayê bibe.

Li aliyekî din, serokê Amerîka Donald Trump sepandina sizayên nû li ser Rûsya paş xist.

Berpirsekî Amerîkî pile bilind, ji Reutersê re zelal kir, ku sedema paşxistina sizayan li ser Rûsya ew bû, ku Trump nexwestiye sepandina sizayan li ser Rûsya bandorê li ser hevrêziya herdu welatan di şerê dijî terorê de bike.

N.O