Desteya Parastinê: Tirkiye derbasî Efrînê bibe, emê bersivên tund bidin

Di dema ku tundiya erîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrinê zêde dibin, Desteya Parastinê di Rêveberiya Xwesr de tekez dike, ewê bersivên tund li dijî Tirkiyê bidin. Ji aliyê xwe ve, hin şirovekarên siysî dibêjin ku artêşa Turkiyê nikare debasî Efrinê bibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di dema ku tundiya erîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrinê zêde dibin, Desteya Parastinê di Rêveberiya Xwesr de tekez dike, ewê bersivên tund li dijî Tirkiyê bidin. Ji aliyê xwe ve, hin şirovekarên siysî dibêjin ku artêşa Turkiyê nikare debasî Efrinê bibe. 

Piştî axaftinên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan yên tê de tekez kir, nabe Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrȋnê hebin, tundiya erîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê zêde dibe.

Berpirsa di Desteya Parastinê li Cizîrê de Alaa Sedim ji K24ê re got: “Hêzên leşkerî li Efrînê berevaniyê di ber deverên xwe de dikin. Xelkê Efrînê li ser sînor kom dibin ji bo şermezarkirina gef û êrîşên Tirkiyê. Hêzên me di amadehiyê de ne ji bo berevaniyê bikin, wek çawa me di ber Kobanê, Reqe û Dêre Zorê kir, hêzên me dê berevaniyê di ber Efrînê de jî bikin.”

Şirovekarê Siyasî Ferîd Sadon jî got: “Tirkiye ji bo xwe nexe şerê di Sûriyê de û leşkerên xwe bide kuştin, hêz û mîlîşyatin li ser erdê hene û ser bi Tirkiyê ve ne amade ne ji ber Tirkiyê ve şer bikin. Tirkiyê ne ewqas di wê hacetê de ne ku tank û leşkerên xwe bişînin Efrînê û ji destê Kurdan derxîne.”