Trump: Di nav 24 demjimêran de, ez dê daxûyaniyên gelek girîng bidim
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerikayê Donald Trump ragihand, girêdayî Sûriye di nav 24 demjimêran de, dê daxûyaniyek girîng bide.
Serok Trump di Koşka Spî de ragihand: “Liser Sûriye em dê agahdarî û daxûyaniyên gelek girîng bidin. Di nav van 24 demjimêran de daxûyaniya qedandina DAIŞ jî, em dê rabighînin”.
Ev çendîn roj in di medya cîhanî de, liser dorpêçkirina DAIŞ û tê gotin dibe rêberê wê rêxistinê Bexdadî jî, dinav vê dorpêçê de be.
Trump herweha girêdayî pêwendiyên Amerikaligel Rûsya, Hevpeymanan û Çînê jî axifî…
C.B