Rêveberiya Xweser “Serferberiya Giştî” radigihîne

Piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ên destpêkirina oparasyonkê li dijî Rojhilatê Feratê, Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser bang li “Serferberiya Giştî” kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ên destpêkirina oparasyonkê li dijî Rojhilatê Feratê, Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser bang li “Serferberiya Giştî” kir.

Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê ragihand, “Em daxuyanî û gefên Erdogan li dijî herêmên me şermezar dikin. Erdogan ji destpêka krîza Sûriyê ve dixwaze hin beşan ji Sûriyê bibire û ser bi welatê xwe ve bixe.”

Herwiha got: “Armanca Erdogan ne tenê rojhilat û bakurê Sûriyê ye, belkû yekpariya xaka Sûriyê ye. Di dema DAIŞ li Dêrazorê ber bi dawiyê ve diçe, Erdogan gefa dagîrkirina Sûriyê dike.”

Rêveberiya Xwser bang li welatên endamên NATOyê kir ku li dijî siyasetên Tirkiyê rawest e, ji ber ku ew li dijî armanxcên NATOyê bixwe ne.

Herwiha bang li hikûmeta Sûriyê jî kir, helwesteke fermî li hemberê gefên Erdogan bigire, ji ber ku Erdogan dixwaze beşekê ji Sûriyê dagîr bike.

Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de “Serferberiya Giştî ragihand û bang li hemû Sûriyan kir bi yek destî li hember siyasetên Tirkiyê yên dagîrkeriyê rawest in.


S. B