Macron û Erdogan pirsa Minbicê gotûbêj kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansa Anadolê ya Tirkî ragihand, ku şevê din serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokê Firensa Emmanuel Macron di pêwendiyeke telefonî de, behsa giringiya berfirehkirina pêwendiyan di navbera herdu welatan de kirin.
Di wê pêwendiya telefonî de, herdu serokan behsa rewşa Sûryê û pirsa penaberan û jinavbirina terorê kirin.
Li gorî Ajansa Anadolê, Erdogan ji hevpostê xwe yê Firensî re, behsa rêketina di navbera Enqera û Washingtonê de kiriye û diyar kir, ku herdu alî wê astê hevkariyê li bajarê Minbicê zêde bikin.
Berî niha Tirkiye û Amerîka derbarê Minbicê li ser nexşerêyekê lihev kirin, li gorî wê, di qunaxa yekem de, wê PYD û YPG ji wî bajarî derkevin, piştre wê hêzeke Amerîkî Tirkî hevbeş, derbasî bajar bibe û çavdêriya rewşê bike daku piştrast bibe ku hemû endamên PYD û YPG ji wî bajarî derketine, piştre jî wê rêveberiyeke xwecihî ji xelkê bajar were pêkanîn.
N.O