Neteweyên Yekgirtî bo Tirkiyê: Rewşa Awarte rakin

Komiseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekgirtî raporek derbarê Tirkiyê weşand û ji Tirkiye xwest Rewşa Awarte rake

K24 – Navenda Nûçeyan

Komiseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekgirtî raporek derbarê Tirkiyê weşand û ji Tirkiye xwest Rewşa Awarte rake.

Rewşa Awarte li Tirkiyê piştî hewldana kodetaya serbazî ya 15ê Tîrmeh a 2016an bi pênc rojan ango 20ê Tîrmeh a 2016an de hate ragihandin û heta niha berdewam e.

Komiseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekgirtî di rapora xwe de diyar dike ku, di rewşa awarte de mafên mirovî tên binpêkirin û ev yek dilgiraniyê ligel Neteweyên Yekgirtî peyda dike. Rapor ji alî Komîserê Komiseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekgirtî Zeyd Raad El Husên ve li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hate ragihandin.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Tirkiyê rapor bêwate binav kir û got ku, ev rapor alîgir e û pêngavek din a dijberiya Tirkiyê ye. Rapor jî hate redkirin.

 

C.B