HDP: Tirkiye dê bi rewşa awarte bê birêvebirin

Berdevkê HDPê yê nû Saruhan Oluç diyar kir, li Tirkiyê rewşa awarte hat rakirin, lê êdî Tirkiye dê bi rewşa were birêvebirin. Oluç rexne li deshilatên nû yên ji bo parêzgaran tên dayîn girt û got, ew deshilata nû li dijî yasayan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê HDPê yê nû Saruhan Oluç diyar kir, li Tirkiyê rewşa awarte hat rakirin, lê êdî Tirkiye dê bi rewşa were birêvebirin. Oluç rexne li deshilatên nû yên ji bo parêzgaran tên dayîn girt û got, ew deshilata nû li dijî yasayan e.

Berdevkê HDPê yê nû Saruhan Oluç di konferanseke rojnamevanî de li ser rakirina rewşa awarte got: “Rewşa awarte hatiye rakirin, lê bi yasaya nû dixwazin rewşa awarte bikin hertimî. Dixwazin tiştên di dema rewşa awarte de hatine kirin, yasayî bikin. Êdî dixwazin Tirkiyê bi rewşa awarte birêve bibin.”

Herwiha li ser desthilatên ji bo parêzgehan hatiye dayîn jî got: “Di vê yasaya nû de deshilateke zêde didin parêzgaran. Ev deshilata tê dayîna, li dijî yasayan e û li dijî yasayên Yekîtiya Ewrûpayê ye. Kêsê li koşkê rûdidine, dikare bi rêya 81 parêzgaran çi demê bixwaze rewşa awarte ragihînin. Dema vê pêşnûmeyê bînin parlamentoyê, emê li wir têbînî û rexneyên xwe li ser wê diyar bikin.”

Li Tirkiyê ji berî 2 salan û piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi bihaneya teror û derbekaran rewşa awarte li Tirkiyê hatibû ragihandin û roja 18ê vê mehê jî hate bidawîkirin.

Piştî rakirina rewşa awarte, li Tirkiyê erkên parêzgaran hatine zêdekirin ku dikarin nehêlin rojnamevan, siyasedmedar, parêzvanên mafên mirovan, sendîkavan û her cure çalakvanan bikevin sînorê bajaran, ku ev erk di dema rewşa awarte de nebû.

 

S. B