Komîta referandûmê serdana Kerkûkê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dixwaze di riya serdana şanda komîta referandûmê ya bo Kerkûkê re, awayê beşdarîkirina xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê di proseya referandûmê de bizanin. Biryar e jî di demeke nêzîk de jî ew şand bigihe wî bajarî û ligel pêkhateyên cuda yên Kerkûkê bicive, li gor zanyariyên K24ê Necmedîn Kerîm wek serperiştê proseya referandûmê li navçeyên Kurdistanî hatiye destnîşankirin.
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Kerîm ji K24ê re wiha axivî: “Me wek lîsteya Birayetî amadekariyê bo referandûmê ligel Parêzgarê Kerkûkê guftûgo kir, ew tiştê ku di çarçova karînên me de, dikin xizmeta vê proseyê bo serkeftinê bidest bîne. Herwiha divê referandûm li hemû navçeyên Kurdistanî yên hatine birîn jî encam bide, ji ber ku bê wan navçeyan, ti wateya vê proseyê tune ye.”