Gorrên bi komelên Kurdan li parêzgeha Mûsena dihên hilveldan

Piştî vedîtina sê gorrên bi komel di leylana Semawe de, hikumeta Herêma Kurdistanê biryar daye, rûpîvanka sêgoşeya gorrên bi komelên Îraqê bike. Li gor wê nexşeyê pêşbînî dihê kirin, Enfalkirîyên Kurd di leyalanên parêzgeha Enbar, Necef, Dîwanîye û Semawe de hatibin zinde biçal kirin.

K24- Mûsena

Piştî vedîtina sê gorrên bi komel di leylana Semawe de, hikumeta Herêma  Kurdistanê biryar daye, rûpîvanka sêgoşeya gorrên bi komelên Îraqê bike. Li gor wê nexşeyê pêşbînî dihê kirin, Enfalkirîyên Kurd di leyalanên parêzgeha Enbar, Necef, Dîwanîye û Semawe de hatibin zinde biçal kirin.

Biryare piştî rûpîvankirina leylana Mûsena, dûv Cejna Remezanê, tîmeka pispor , karê hilvedan gorrên bi komel bike. Ehmed Menfî, parêzgarê Musena di dîdareka taybet de bo Kurdistan 24, got: Niha ew çûyîne ser wan gorrên bi komel, ku berî dû mehan li ser daxwzîya serok Barzanî hetin vedîtin, û di van rojan de jî ew gorr dê bihên hilvedan. Rufatên wan dê bihên şandin bo Pizîşkê Dadîya Bexdayê û dûv re jî dihên şandin bo Herêma Kurdistanê.

 Her li ser evê mijarê Zîya Kerîm, berpirsa Gorrên bi komel li dezgeha şehîdên Îraqê, ku li gel tîmekê vekolînê li ser wan gorrên bi komel dikin û serdan yek ji wan gorran kirîye, dibêje: Bi hevahengî li gel Wezareta Şehîdan û Enflakirîyan ya Herêma Kurdistanê, li gel tîmeka pispora nîştîmanî, ku ji  Fermangeha Gorrên bi Komel û karmendên pizîşkîyên dad pêkahatîye, me serdan wî cihî kirîye. Armanc ji wê serdanê jî, zanîna şêweya gorran, corê axê û nêzîktirîn cih bo wê, heya bikarîn amadekarîyan bikîn bo hilvedana wan gorran.

Di evê çarçoveyê de Berevan Hemdî, birîkarê Wezareta Şehîdan û enfalkirîyan dibîje: Di nexşeya taybeta gorrên bi komelên Îraqê de, enfalkirî dikevin sêgoşeya leylana Enbar, Necef,Dîwanîye û Semawe. Lew erkê hikumeta Herêma Kurdistanêye li ser evê binemayê li dûv rufatên enfalkirîyan bigere.

Wezareta şehîdan û enfalkirîyan li hikumeta Herêma Kurdistanê bi hevahengî li gel Dezgeha Şehîdên Îraqê û çend rêkxistîyên nêvdewletî, komîteyeka nîştîmanî pêkanîne û erkê hilvedan sê gorrên bi komel li sinûrê parêzgeha Mûsena bi stûyê xwe vegirtine ku nêzîkî 300 rufatane. Biryare li 15yê Xizîranê dest bi krên xwe bikin.