Hizbullah pesnê “Rêkeftina Soçî” dide

Sekreterê Giştî yê Hizbullah a Lubnanî Hesen Nesrellah, di axaftina xwe ya teleziyonî de bi egera Şeva Aşûrê pesnê “Rêkeftina Soçî” ya di navbeyna Rûsya û Tirkiye de da

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Hizbullah a Lubnanî Hesen Nesrellah, di axaftina xwe ya teleziyonî de bi egera Şeva Aşûrê pesnê “Rêkeftina Soçî” ya di navbeyna Rûsya û Tirkiye de da.

Nesrellah got: “Rêkeftina di navbeyna Rûsya û Tirkiye de, liser krîza Idlibê çareseriyek erênî ye û dide diyarkirin ku, hewlên diplomasî dikarin berhemdar bin, lê her tişt dîsa jî bi encama rêkeftinê ve girêdayî ye”.

Ligor Rêeberê Hizbullahê, Rêkeftin dê di rewşa Suriye de bandorek erênî ya demkî bike û Hizbullah heta ku hikumeta Suriye bixwaze, dê hebûna xwe domdar bike.

 

 

 

C.B