DAIŞê 8 caran kirîn û firotan bi keçeke Êzidî kirin

Leyla keçeke Kurd a Êzidî ye û ji aliyê DAIŞê hatibû revandin. Leyla 3 sala di destê DAIŞê de mabû û di heyamê de 8 caran ew hate kirîn û firotan. Niha piştî rizgarbûna wê ji destê DAIŞê, birayê wê pirtûkek li ser êş û azarên wê nivîsî û bi sê zimanan çêroka Leyla hat belavkirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Leyla keçeke Kurd a Êzidî ye û ji aliyê DAIŞê hatibû revandin. Leyla 3 sala di destê DAIŞê de mabû û di heyamê de 8 caran ew hate kirîn û firotan. Niha piştî rizgarbûna wê ji destê DAIŞê, birayê wê pirtûkek li ser êş û azarên wê nivîsî û bi sê zimanan çêroka Leyla hat belavkirin.

Leyla Tehlo ku di heyama sê salan de 8 caran hatiye kirîn û firotan û çendîn car destdirêjî lê hatiye kirin ji K24ê re got: “Rast e çêroka azara min bû pirtûkek û hatiye belgekirin, lê ne tenê ew êş bi serê min hatiye, hêvîdar im çêrokên hemû jinên Êzidî yên hatine revandin bên nivîsandin û belavkirin, da ku cihan tev bizane çi bi serê me hat.”

Çêroka Leyla wek ya bi sedan keç û jinên Êzidî yên ketine destê DAIŞê ye, lê birayê wê xemxwarê wê ye û çêroka xwişka xwe nivîs û kir pirtûkek û bi sê zimanan hat çapkirin.

Birayê Leyla, Xali Tehlo dibêje. “Ji min re biryareke zehmet bû, ku çêroka xwişka xwe binivîsim û bikim pirtûk. Xwişka min nêzîkî 3 sala di destê DAIŞê de ma. Hêvîdar im em ji hemû keç û jinên ji destê DAIŞê rizgar bûne re bibin piştevan û eşkence û azara bi serê wan de hatiye bên nivîsandin û belgekirin, ji bo bikeve ber destê hemû cîhanê.”

Di dema dagîrkirina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014an de, zêdetir ji 6 hezar û 400 kes ji Kurdên Êzidî hatin revandin û bi hewla hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek ji wan hatin azadkirin.