Tirkiye 200 koçberî radestî Herêma Kurdistanê dike

Desthilatên Tirkiyê 200 koçberên Iraqî di riya deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl re radestî aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desthilatên Tirkiyê 200 koçberên Iraqî di riya deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl re radestî aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Jêderekî ewlehiyê ji deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl aşkere kir, dema ew koçber dixwastin bi riya qaçaxî ji Tirkiyê ber bi Ewropa ve biçin, ji aliyê desthilatên Tirkiyê ve hatin destserkirin. Diyar kir jî, piraniya wan koçberan ji Herêma Kurdistanê ne.

Got jî, berî demekê  203 kesên ku passporta Iraqî pê re bûn û bi niyaz bû di riya Tirkiyê û Yonanê bi riyên neyasayî koçî Ewropa bibin, hatibûn girtin û li kampeke koçberan li Edîrneyê hatibûn hîştin.

Da zanîn, piştî mana 50 rojî di wê kampê de Tirkiyê ew koçber bi pêwendiya ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê vegerandin. Piştre jî li deriyê sînorî tevahiya wan koçberan hatin azadkirin.

 

S. B