Li Efrînê jî teqîn – kuştî û brîndar hene

Di encama teqînekê de li Efrînê kesek canê xwe ji dest da û nêzî 10 kesên din jî birîndar bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Di encama Teqînekê de li Efrînê 2 kesan canê xwe ji dest da û 19 kesên din jî birîndar bûn e.

Ligor medya Opozisyona Sûriyê otombêlek bombekirî li nêzîkî nexweşxaneya Dêrsim a li navenda Bajarê Efrînê teqiya ye. Di encam de û ligor zanyariyên K24 2 kesan canê xwe ji dest daye û 19 kesên din jî, brîndar bûn e.

Medya Opozisyonê belav jî kiriye, di nav qurbaniyan de hejmarek zarok jî hene.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji adara sala borî ve, ji aliyê artêşa Tirkiyê û Çekdarên Artêşa Azad ve, bi dehan teqîn li devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çêbûn e, di encam de bi dehan welatiyên Kurd bûn e qurbanî.

 

 

C.B