Li Kerkûkê 12 bergûman hatin desteserkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên polîsa qeza û navçe û asayişa Kerkûkê 12 bergûman desteser kirin.
Di daxuyaniyekê de, Rêveberiya Polîsa Qeza û Navçeyên Kerkûkê ragihand, demjimêr 4 berbanga îro, di hilmeteke lêgerîn û pişknîna hêzên polîs û asayişê karîn 12 bergûmanan destser bikin.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê jî hatiye kirin, ew kes li ser zanyariyên hewlagîriyê hatine desteserkirin.
Ev di demekê de ye, hêzên polîs û asayişa Kerkûkê di hefteya borî de hejmarek ji bergûmanên din li bajêr desteser kiribûn, ku ew ser bi DAIŞê ve bûn.