Erdogan bizava hilweşandina berbijariya Demîrtaş dike

Erdogan: Divê mercên berbijartiya Serokatiya Tirkiyê hebin û pêwîst e ev şaştî bê rastkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan careke din behsa berbijarîtiya Selahedîn Demîrtaş kir û got: Divê mercên berbijartiya Serokatiya Tirkiyê hebin û pêwîst e ev şaştî bê rastkirin.

Receb Tayib Erdogan ku careke din ji bo Serokatiya Tirkiyê berbijarê AKPê ye, di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên 24ê Hizêranê de, li Tirabzonê axivî û careke din Selahedîn Demîrtaş bi kuştina 53 welatiyan tometbar kir.

Erdogan rexne li berbijarê CHPê Muharem Înce jî kir, ku serdana Demîrtaş kiriye û got: Berî niha jî, serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, bi armanca piştevaniya terorîstan, ji Enqerê heya Stenbolê meşiyabû.

Erdogan nerazîbûna xwe ya hemberî berbijartiya Demîrtaş nîşan da û got: Dibêjin hîn nehatiye sizadan, divê hin mercên berbijartiyê hebin û ev şaştî bê rastkirin.

Selahedîn Demîrtaş berî niha derbarê tometên Erdogan dabû xuyakirin, ku ti dozek li ser kuştian 43 welatiyan li dijî wî nehatiye vekirin û ew ji ber hin gotinên dijî desthilatê niha di zindanê de ye.

N.O