Trump û Erdogan derbarê Sûriyê bi telefonê axivîn

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Amerîkayê derbarê krîza Sûriyê, lûtkeya Sochî û pêwendiyên her du welatan de bi rêya telefonê axivîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Amerîkayê derbarê krîza Sûriyê, lûtkeya Sochî û pêwendiyên her du welatan de bi rêya telefonê axivîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ber êvarê bi rêya Telefonê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re axivî.

Hat ragihandin, lûtkeya Sochî ya navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê, krîza Sûriyê, kêşeyên herêmî û pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê hatine rojevê.

Serokomarê Tirkiyê piştî civînê da xuyakirin, bi Trump re hevdîtineke serkeftî pêk anîne. Wêneyê hevdîtinê ji hêla koşka serokomariya Tirkiyê hat belavkirin ku di hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Serokê MÎTê û Peyvdarê Serokomariyê jî amade bûne.