Hûnsarî: Divê Îran bijardeyan hemberî Amerikayê ava bike

Serokê Jûra Bazirganî, Çandinî û Madenê yê Tehranê Mesûd Hûnsarî diyarkir ku, hemberî dorpêçên aborî yên Amerikayê beramberî Îranê, divê siyasetek Îranê ya bijardeyan jî bê afirandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Jûra Bazirganî, Çandinî û Madenê yê Tehranê Mesûd Hûnsarî diyarkir ku, hemberî dorpêçên aborî yên Amerikayê beramberî Îranê, divê siyasetek Îranê ya bijardeyan  jî bê afirandin.

Ligor Hûnsarî, dorpêçên Amerika dê li hember Îranê encamên giran hebin. Jiber vê yekê Îran dive senaryoyên lawazkirina dorpêçê ava bike, dinav van senaryoyan de bikaranîna hemû rêyan ji Îranê re rewa be.

Amerika bi taybet girêdayî bernameya atomî ya Îranê, dorpêç liser Îranê sepandin e û piştî vê biryara Waşingtonê, gelek rêkeftinên şirketên welatên Rojava rêkeftinên xwe ligel Tehranê hilweşandin. Dinav wan de şirketa alavên sporê Nike bi xwe, ku rêkeftina xwe ligel tîma futbolê ya Komara Islamî hilweşand...

 

C.B