Ebadî: Di zûtirtîn dem de hûrbîniya mûçeyan bidawî dibe

"Serokwezîrê Iraqê daxwaz kiriye, lez di pirsa hûrbîniyê di lîsta mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de bê kirin û heya roja Înê ya dahatî ev pirs bidawî bibe".

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz kir, ku lez di pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de bê kirin daku hefteya dahatî ew pirs çareser bibe.

Jêderekî haydar di şanda Hikûmeta Iraqê de, ku niha li Hewlêrê ye, ji medya Erebî û Iraqî re got: "Serokwezîrê Iraqê daxwaz kiriye, lez di pirsa hûrbîniyê di lîsta mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de bê kirin û heya roja Înê ya dahatî ev pirs bidawî bibe".

Ji aliyê xwe ve wezîrê diravî û abûriya Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan, piştî civîna wî li gel şandeke Hikûmeta Iraqê got: "Pere di şaxên Banka Navendî ya Iraqê de li Herêma Kurdistanê hene û em li bendî fermana serokwezîrê Iraqê ne û wek wî bixwe gotiye, berî Newrozê wê mûçe bên xerckirin û bi hêvî me heya Newrozê nûçeyên xweş bên bihîstin".

Herwiha serokwezîrê Iraqê di dema civîna wî de li gel rêvebir û efserên fermangeha Pasport û Akincîbûnê û yên deryên sînorî û firîngehan yên Iraq û Herêma Kurdistanê, got: "Emê rakirina qedexeyê ji ser geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê bikin diyariya Newrozê û em tekez dikin di rojên pêş de, emê diyariyeke din jî pêşkêş bikin".

Heman jêderê haydar diyar kir, ku "Dibe Heyder Ebadî di destpêka hefteya dahatî de mûçeyê fermanberan xerc bike".

Ev pêşhatana di demekê de ne, ku îro Sêşemê 13/3/2018an, Hikûmeta Iraqê biryar da dorpêça ser geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê rake û şandeke pile bilind ya Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Elî Elaq, hate Hewlêrê û nîşana wê yekê heye, ku li ser pirsa yekxistina bac û pênaseya gumrikî û deryên sînorî li gel Herêma Kurdistanê lihev kiribe.

N.O