Serxwebûna Kurdistanê Erdogan, Ebadî û Rûhanî li Bexda kom dike

Biryar e civîneke sê alî di navbera serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokê Îranê Hesen Rûhanî û serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê li Bexdayê bê lidarxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e di çend rojên dahatî de civîneke sê alî di navbera serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokê Îranê Hesen Rûhanî û serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan de, ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê li Bexdayê bê lidarxistin.

Serkirdeyê Hevpeymana Niştmanî ya desthelatdar li Iraqê Casim Mihemed Ceiferî  ji malpera "El-Erebî El-Cedîd" re ragihand: “Diva bû Heyder Ebadî jî beşdarî civîna Erdogan û Rûhanî bûba li Taranê, lê derfet çê nebû, lewra daxwaz kir ku civîneke sê alî di navbera hersê aliyan de li Bexdayê bê lidarxistin, ji ber ku Iraq xwediya vê pirsê ye, çaverê ye di çend rojên dahatî de ew civîn bê lidarxistin.”

Casim Ceiferî got: “Wê civîn gotûbêjan li ser çawaniya serederiyê li gel pirsa Kurdistan û referanduma serxwebûna Kurdistanê bike, daku ew tedbîrên stendine û di demên bê de li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê bistînin, ziyanê li gelê Kurdistanê neke.”

Di heman warî de, berpirsekî wezareta derve ya Iraqê got: “Heya niha dema wê civînê nehatiye destnîşankirin, lê wek gotin rêketin çêbûye ku civîn li Bexdayê bê lidarxistin.