DAIŞê êrîşî başûrê Kerkûkê kir

Şevê din çekdarên DAIŞê êrîşî başûrê Kerkûk kirin û du çekdarên Heşda Şeibî kuştin û hejmarek din ji çekdarên Heşdê birîndar kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şevê din çekdarên DAIŞê êrîşî başûrê Kerkûk kirin û du çekdarên Heşda Şeibî kuştin û hejmarek din ji çekdarên Heşdê birîndar kirin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Kerkûkê Hêmin Delo ragihand, ku "Li gundê Qeretepe yê ser bi bajarokê Yayçî ve li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê dest bi êrîşeke berfireh li dijî lîwaya 16an ya hêza (Îmameyn) a ser bi Heşda Şeibî ve kirin û şerekî tund di navbera herdu aliyan de qewimî, ku di encamê de, du çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û 10 çekdarên din jî birîndar bûn".

Nûçegihanê Kurdistan24ê got jî: "Li aliyekî din û di heman şevê de, li sînorê gundê Zenqer yê ser bi bajarê Daqûqê ve li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê efserekî hêzên Pêşmerge revandin".

Xelkê wî gundî ji nûçegihanê Kurdistan24ê re gotin: "Ew efserê Pêşmerge bi navê Ferhad Axa ye û bi xwe jî (Kakeyî) ye, piştî 16 Cotmeha sala 2017an, ji gundê xwe bar kiribû, lê duh ji bi mebesta paleya genim vegeriya gundê xwe, lê ji aliyê girûpeke çekdar ve hat revandin û ji bo cihekî nediyar hat birin û heya niha çarenivîsa wî nediyar e, guman jî heye ku ew çekdaran ser bi girûpa DAIŞê ve bin".

Her derbarê bûyerên şevê din, nûçegihanê Kurdistan24ê got: "Li taxa (Esra û Mefqûdîn) ya bajarê Kerkûkê jî, hejmarek ji çekdaran, teqe li xortekî Ereb bi navê Me'en Mehmûd kirin û di encamê de, canê xwe jidest da".

N.O