2 xwepêşanderên din li Iraqê hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Di xwepêşandanên bajarên Iraqê de 2 kesan bi guleyên hêzên ewlehiyê canê xwe jidest dan û 60 kesên din jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir, di xwepêşandanên duh de li Dîwaniyê xwepêşanderek û li Necef jî xwepêşanderekî din hatin kuştin.
Amaje bi wê jî kir, di xwepêşandanên li Bexda, Zîqar, Necef û Dîwaniyê de, nêzîkî 60 kesî birîndar bû, ku hejmarek ji wan ji hêzên ewlehiyê bûn.
Duhî li dijî kêmbûna xizmetguzariyên wek av û kehrebê û nebûna derfetên kar, li çend bajarên başûrê Iraqê xwepêşandan derketin.
Zêdetir ji 10 rojan e xwepêşandanê li parêzgeha Besrayê dest pê kiriye, di çend rojên dawiyê de jî li Bexda û hejmarek ji bajarên başûrê Iraqê de dest pê kiriye.
Li gor zanyariyên K24ê li Bexdayê, ta niha li Bexdayê 14 kes di encama xwepêşandanên Iraqê de hatine kuştin.
S. B