Herêma Kurdistanê bo TEV-DEMê: Wek niyazpakiyê girtiyên ENKSê azad bike

Berpirsê Dosyaya Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê Hemîd Derbendî û Hevserokê Desteya Rêvebir a TEV-DEMê Aldar Xelîl ji bo derbaskirina rewşa sar a di navbera partiyên Kurdî de li Hewlêrê li Hewlêrê civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Dosyaya Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê Hemîd Derbendî û Hevserokê Desteya Rêvebir a TEV-DEMê Aldar Xelîl ji bo derbaskirina rewşa sar a di navbera partiyên Kurdî de li Hewlêrê civiyan.

Jêderekî derbarê civînê de ji K24ê re ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye, heger TEV-DEM û rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bixwaze Herêma Kurdistanê hewla nêzîkbûnê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û TEV-DEMê de bide, pêwîst e TEV-DEM wek niyazpakiyekê tevahiya girtiyên siyasî yên ENKSê ji zîndanên Rojavayê Kurdistanê azad bike.

Herwiha pêwîst e jî TEV-DEMê çûnûhatina endam û alîgirên ENKSê di deriyê sînorî re asayî bike û rê bide ku ENKSê baregeh û nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke.

Wî jêderî ji K24ê re piştrast kir jî, heger TEV-DEM û wan gavan li Rojavayê Kurdistanê bigire ber, Herêma Kurdistanê hevkar dibe ji bo rêkxistina rûniştinekê di navbera ENKS û TEV-DEMê de û hewl dide dawî li pirsgirêkan bîne.

Piştî ku roja 3 Adara 2017an li Şingalê alozî di navbera hêza Pêşmerge û PKKê de derketibû, hemû baregeh û nivîsgehên ENKSê û partiyên di nava ENKSê de li Rojavayê Kurdistanê rastî êrîş û şewitandinê hatin. Herwiha hejmarek mezin ji endam û alîgirên ENKSê ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatin binçavkirin û girtin.

TEV-DEM’ê beriya niha jî banga yekîtî û yekrêziyê li partiyên Kurdî kiribû û xwestibû ku sarbûna di navbera partiyên Kurdî de were derbaskirin.

  

S. B