Hêzên Iraqî karmendên Komisyonê li Pirdê dorpêç kirine

"Heşda Şeibî ji encamên dengên Pirdê nerazî ye, lewra çekdarên wê ew bajarok dorpêç kirine, ku şeş bingehên dengdanê têde hene".

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî li bajarokê Pirdê ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ji şevê din ve, hêzeke çekdar ser bi Heşda Şeibî û Tirkumanan ve, bingehên dengdanê li wî bajarokî dorpêç kirine û rê nadin karmendên Komisyonê ku ji bingehan derkevin".

Wî jêderî diyar kir "Heşda Şeibî ji encamên dengên Pirdê nerazî ye, lewra çekdarên wê ew bajarok dorpêç kirine, ku şeş bingehên dengdanê têde hene".

Yekî ji berpirsên bingehên dengdanê li Pirdê ji Kurdistan24ê re ragihand, ku di dema cudakirina dengan de, ku piraniya wan yên Kurdan bûn, hêzên Tirkuman û Ereb, gef li wan kirin û piştre dest li ser bingehan danîn û gotin ku ferman ji Bexdayê ji wan re hatiye û heya niha ew bingeh di bin dorpêçê de ne û rê nadin me ku ji bingehan derkevin.

Wî berpirsî zelal kir, ku aliyên Ereb û Tirkuman dibêjin, divê tevahiya dengan bi destan bên hejmartin, ji ber ku piraniya dengan yê Kurdan e û ew yek ne bi dilê wan hêza ye.

Herwiha wî berpirsî got: "Em daxwaz dikin ku aliyên pêwendîdar me rizgar bikin, ji ber ku ji duh ve karê me bidawî bûye û em li vir asê mane.

N.O