Rûsya bera 23 dîlpomatkarên Birîtanî dide

Wezareta derve ya Rûsya ragihandiye, ku Mosko wê bi heman awayî bersiva Birîtanya bide û 23 dîplomatkarên Birîtanî ji Rûsya der bike

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Rûsya ragihand, wan ji bo sêyem car, banga balyoza Birîtanya li Mosko Lori Bristo kiriye, daku li ser pirsa hebûna destê Rûsya di jehrîkirina sîxurekî berê, bersiva Londonê bidin.

Sîxurê berê yê Rûsî, bi navê Sergey Skiripal û keça wî Yolya li Londonê, bi gazeke jehrawî êrîşî wan hat kirin û Birîtanya Rûsya bi encamdana wê êrîşê tometbar dike, lê Rûsya wê tometê red dike.

Bi sedema wê êrîşê, pêwendiyên di nav Birîtanya û Rûsya de têk çûn û Birîtanya wê bûyerê weke êrîşeke kîmawî binav dike.

Berpirsên pile bilind yên Birîtanî, piştî bûyerê biryar dan ku, 23 dîplomatkarên Rûsî ji welatî xwe der bikin.

Malpera RT ya Rûsî belav kiriye, ku wezareta derve ya Rûsya ragihandiye, ku Mosko wê bi heman awayî bersiva Birîtanya bide û 23 dîplomatkarên Birîtanî ji Rûsya derxîne û dema hefteyekê molet daye wan heya ku ji nav axa Rûsya derkevin.

Li gorî daxuyaniyeke wezareta derve ya Rûsya, ku hemû çalakiyên rewşenbîrî û kultûrî yên Birîtanî, wê li ser axa Rûsya bên rawestandin.

Derbarê hûrkariyên êrîşa li ser wî sîxurî û keşa wî, rojnameya The Daily Telegraph ya Birîtanî, ji ser zimanê çend jêderên haydar belav kiriye, ku eger heye hin kesên nenaskirî li Mosko, derbasî şeqa Yolya Skiripal bûbin û maddeya "Novîçok" ku fleece li sewdan dide, xistibin nav çenteyê wê, berî ku di 3ê Adarê de, ji Mosko ber bi Londonê ve çûbin.

Li gorî nûçeyeke malpera BBC jî, niha rewşa tendirustiya Skiripal û keça wî necîgir e û li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşkan de ne.

N.O