Komkar: Roj Roja Serxwebûna Kurdistanê ye!

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleyên Komkar bi daxûyaniyek hevbeş helwêsta xwe girêdayî referendûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin. Kopyeyek ji daxûyaniyê gihişt Kurdistan24. Ev naveroka daxûyaniyê ye.

 

Komkar: Roj Roja Serxwebûna Kurdistanê ye!

 
 

Di roja 25 ê îlonê da, li gor biryara hevbeş ya Serokatîya Herêma Kurdistanê û partîyên siyasî ‘’Referandûma Serxwebûnê’’ tê çêkirin. 

Ev referandûm yek ji bûyerên herî giring û pîroz e ku di tevaya dîroka gelê me ya dûr û nêzîk da çêdibe. Armanca wê ew e ku bi riyeke demokratik îrada gelê Kurd ya derbarî serxwebûna Kurdistanê de derxîne ber çavan. Me, komeleyên KOMKARê hîna ji destpêkê da dilxweşîya xwe derbarî biryara çêkirina vê referandûmê da nîşanda bû û em careke dî dîyar dikin ku em vê gava han wek gaveke pîroz dibînin û pişgirîya wê ji xwe re wek erkeke netewî dizanin. Em amade ne ku, çi ji destê me bê, pêşkêşî xizmeta wê bikin.

Hêvî û daxwaza me ew e ku piranîya gelê me yê Kurdistana Başûr roja 25ê Îlonê da herin ser sindoqan û ji serxwebûna welatê xwe ra bêjin erê. Rêjeya dengên ‘Erê’’ çend bilind be, wergirtina pişgirîya welatên cîhanê û herêmê jî dê ewqas hêsa û zêdetir be. Em bawer dikin ku gelê me bi giştî li ser vê qonaxa dîrokî agahdar û şîyar e û ew ê bi xurtî prosesa serxwebûnê pêşda bibe. 

Ji bo ku firseta dîrokî ya lêhatî ku îro derketîye pêş neteweyê me neyê revandin, divê hemû hêzên netewî, partî, rêxistin, sazî û kes pêkve piştgirî bidin ‘’Referandûma Serxwebûnê’’. Divê herkes berjewendîyên netewî li pêş berjewendîyên xwe bigre. Yên ku vê nekin dê ji alî dîrokê ve bên rûreşkirin. 

Em, rêxistinên Kurdistanî li dervayî welat jî dikarin dest bidin hev û bi yek dil û yek dengî pişgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistana Başûr bikin.

Li alîyê din, di serî da li Neteweyên Yekbûyî (UN), bang li hemû cîhanê dikin ku ji biryara gelê Kurd ra rêz bigrin û pişgirî bidinê.

-Roj roja serxwebûnê ye!

-Roj roja xîretê ye!

-Bijî Referandûma 25 ê Îlonê!

KOMKAR-Almanya, KOMKAR-Danimarka, KOMKAR- Swêd, KOMKAR- London, KOMKAR-Hollanda