HSD 115 girtiyan li Reqayê ji zîndanên xwe berda

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên asayişê nêzîkî 115 kesî ji zîndanên xwe yên li bajarê Reqayê serbest berda.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên asayişê nêzîkî 115 kesî ji zîndanên xwe yên li bajarê Reqayê serbest berda.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, piştî bidawîbûna lêpirsînê û navbênkariya rûsipiyên bajêr, HSDê û asayişa Reqayê nêzîkî 115 kesî serbest berdan.

Li gor Rewangehê, niha kar ji bo berdana hejmarek din tê kirin, ku berî çend hefteyan ji aliyê asayişê ve hatibûn girtin.

Rewangehê diyar kir, hejmarek ji jinên Reqayê li pêş zîndana Sewamê kom bûbûn û daxwaza berdana kesûkarên xwe yên ji Lîwaya Siwar Reqayê kiribûn, asayişê jî 25 ligel 7 zarokan desteser kiribûn.

Li ser girtina wan 25 jinan alozî di navbera xelkê Reqa û asayişê de derketibû, piştre jî asayişê hejmarek mezin ji xelkê Reqayê girtibû.

 

S. B