Parlementerê HDPê hate binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Alî Aslan hate binçavkirin.
Parlementerê HDPê dema ber bi Enqereyê ve diçû li firokxaneya Batmanê ji aliyê polîsên dijî terorê ve hate binçavkirin.
Berî niha Dadgeha Duyemîn a Diyarbekirê derbarê Parlementerê HDPê de bi tohmeta endamê PKKê û bangeşeya wê kiriye, biryara girtinê derxistibû.
Duh jî Parlementera HDPê û Wekîla Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Perwîn Buldan hatibû binçavkirin û piştî îfadegirtinê hatibû berdan.