Macron: Divê hêzên rojavayî li Sûriyê bimînin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron radigihîne, pêwîst e hêzên Amerîkî, Fransî û hevpeymanan li Sûriyê bimînin, ji bo rêgirti li belavbûna hejmûna Îranê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron radigihîne, pêwîst e hêzên Amerîkî, Fransî û hevpeymanan li Sûriyê bimînin, ji bo rêgirti li belavbûna hejmûna Îranê.

Di hevdîtinekê ligel kenala “Fox News” a Amerîkî de derbarê daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump a vekişîna ji Sûriyê de, Emmanuel Macron got: “Pêwîst e em li Sûriyê bimînin û gelek girîng e Amerîka bi rola xwe berdewam be.”

Macron tekezî li ser wê yekê kir, vekişandina hêzên rojava ji Sûriyê, dê bihêle hejmûna Îranê li Sûriyê berfereh bibe û got: “Derketina yekcarî ji Sûriyê, heta dema bidawîhatina DAIŞê, tê wateya ku her tiştî pêşkêşî rêjîma Îranê û Beşar Esed dikin, ev jî dê şerekî nû bikin û piştevaniya teroristan bikin.”

Macron ragihand jî, piştî bidawîhatina şerê li dijî DAIŞê, Amerîka, Fransa û hevpeymanên wan û heta Rûsya û Tirkiyê dê roleke girîng bigirin, ji bo damezrandina Sûriyeya nû û gerentîkirina ku biryara pêşeroja Sûriyê di destê xelkê wê de be.

Serokê Fransayê da zanîn jî, dê dawiyê vê hefteyê serdana Amerîka bike û gotarekê li pêş endamên Kongressa wî welatî pêşkêş bike û dê daxwaz ji yasadanerên Amerîkayê bike ku mana hêzên Amerîkî li Sûriyê dirêj bikin.

 

S. B