Opozisyon daxwaza vegerandina milkên Efrîniyan ji çekdaran dike

Civata Islamî ya Opozisyona Sûryê: Çênabe kesek li Efrînê, malên şervanên YPGê jî talan bike yan dest li ser deyne û nabe merivên wan ji malên xwe bên derxistin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Civata Islamî ya Opozisyona Sûryê, ji yekîneyên opozisyonê daxwaz dike, ku mal û milkên xelkê Efrînê vegerînin.

Civata Islamî di daxuyaniyekê de, ji hêz û ketîbeyên çekdar yên opozisyona Sûryê xwestiye, ku li mal û milkên xelkê Efrînê talan nekin û çi tiştên ku berî niha ji malên Efrîniyan birine, divê li xwediyên wan vegerînin.

Herwiha Civata Islamî di daxuyaniya xwe de dibêje: Çênabe kesek malên şervanên YPGê jî talan bike yan dest li ser deyne û nabe merivên wan ji malên xwe bên derxistin.

Wê civatê daxwaz ji rêveberiya xwecihî ya Efrînê kiriye, ku zevî û mal û milkên welatiyên Efrînê bibelge bike û lêkolîneke bilez li gel wan kesan bike, ku mafên xelkê Efrînê binpê kirine.

N.O