Goran: Encamên hilbijartinan xelata 16ê Cotmehê bû ji YNKê re

Partî: Li her cihekî guman hebe, bila deng bi destan neku bi amêrên eliktironî bên hejmartin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hemû alîiyên siyasî ji bilî YNK, encamên hilbijartinan li Silêmaniyê red dikin û berpirsekî Tevgera Goran dibêje: Encamên hilbijartinan li Silêmaniyê, xelata 16ê Cotmehê bû ji YNKê re.

Ji aliyê xwe ve YNK ji Goran re dibêje: Çima hûn di 16ê Cotmehê de bêdeng bûn.?

Li ser wê pirsê Partî ragihand, ku li her cihekî guman hebe, bila deng bi destan neku bi amêrên eliktironî bên hejmartin.

Encamên hilbijartinan li parêzgeha Silêmaniyê aliyên siyasî dabeş kirine, hin alî encaman red dikin û hin jî dixwazin ku deng bidestan bên jimartin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê dibêje, ku ew encamên dengdanê li Silêmaniyê red dike û li her cihekî guman hebe bila deng bi destan bên jimartin.

Tevgera Goran jî encamên hilbijartinan li Silêmaniyê red dike û du merc pêşkêş kiriye, yan deng bi destan bên jimartin yan jî hilbijartin dubare bibin.

Yekgirtûya Islamî jî ragihand, ku ew encamên hilbijartinan li Silêmaniyê red dike û daxwaza dubare hejmartina dengan kiriye û dibêje: Dengên me yên hatine gellekî ji rastiyê dûr in.

Komela Islamî û Hevpeymanî jî, encamên hilbijartinan li parêzgeha Silêmaniyê red dikin û dibêjin ku niha ew li bendî helwesta fermî ya Komisyona Hilbijartinan in.

N.O