"Hewlêr û Bexdayê lihev kirin"

"Diyalog di bin fişarên Amerîka û welatên Ewropa de hatiye kirin, bi taybet piştî ku Hikûmeta Iraqê dorpêça ezmanî li ser Herêma Kurdistanê ji bo sê mehan dirêj kir".

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî Iraqî ragihand, Hewlêr û Bexdayê li ser vekirina firîngehan û dayina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê lihev kirine.

Rojnameya El-Heyat ya Londonî, ji ser zimanê jêderekî Iraqî belav kiriye: "Bi dirêjeya hefteya derbasbûyî, çendîn civîn di nav komîteyên serbazî û emnî û siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatine lidarxistin".

Rojnameyê diyar kir, ku "Herdu alî li ser vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê û dayina mûçeyên fermanberan ji aliyê Bexdayê ve lihev kirine".

Herwiha tekez kir, ku "Diyalog di bin fişarên Amerîka û welatên Ewropa de hatiye kirin, bi taybet piştî ku Hikûmeta Iraqê dorpêça ezmanî li ser Herêma Kurdistanê ji bo sê mehan dirêj kir".

Hefteya derbasbûyî Kurdistan24ê belav kir, ku di demeke nêzîk de, wê firîngehên Kurdistanê li ber geştên navdewletî bên vekirin û Bexda wê beşekî ji budceyê Herêma Kurdistanê bişîne.

Ev yek di demekê de ye, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, di dawîn daxuyaniyên xwe de ragihand, ku berî cejna Newrozê ewê mûçeyên fermanberên herdu wezaretên tendirustî û perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê bişîne û firîngehên Herêma Kurdistanê veke.

N.O