K24 hejmara dengên aliyan li Hewlêr, Silêmanî û Neynewayê belav dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan di konferanseke rojnamevanî de encamên fermî yên hin parêzgehên Iraqê ragihandin.
Li gor wan encaman Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêr û Dihokê yekem e û li parêzgeha Neynewayê jî duyem e. Li Silêmaniyê jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yekem e û Tevgera Goranê duyem e.
Neynewa:
Nesir: 159585 deng.
PDK: 143 hezar deng.
Neynewa Hewiyetena: 78 hezar deng.
Fetih: 73 hezar deng.
YNK: 23 hezar deng.
Hewlêr:
PDK: 282 hezar deng.
YNK: 77 hezar deng.
Nifşê Nû (Şaswar Ebdilwahid): 69 hezar deng.
Hevpeymanî (Berhem Salih): 50 hezar deng.
Goran: 38 hezar deng.
Komel: 35 hezar deng.
Yekgirtû: 23 hezar deng.
Bereya Tirkmenî: 2300 deng.
Bêt Nehrên: 2150 deng.
Sosyalist: 1950 deng.
Kildan: 1500 deng.
Silêmanî:
YNK: 262 hezar deng.
Goran: 149 hezar deng.
Nifşê Nû: 61 hezar deng.
Komel: 49 hezar deng.
PDK: 46500 deng.
Hevpeymanî: 44 hezar deng.
Yekgirtû: 29121 deng.
Sosyalist: 4800 deng.
Şîyoî: 1700 deng.
Nesir: 700 deng.
Şeva bûrî encamên 10 parêzgehên Iraqê hatin ragihandin, biryar e îşev jî encamên 6 parêzgehên din tên ragihandin û tenê encamên 2 parêzgehan dimînin, ew jî Kerkûk û Dihokê ne.