Asayişa Qamişlo: “Mîlîşyayên Berevaniya Niştimanî teqîn kir”
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Rojava di daxuyaniyekê de da zanîn ku, mîlîşyatên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê bi riya motorsîklekê teqîn li Qamişlo kir û di encamê de zarokekî canê xwe jidest da.
Asayişa Rojava daxuyaniyek belav kir û ragihand, milîşyatên Berevaniya Niştimanî îro demjimêr 19.45 li taxa Siyahî motorsîklek bombebarkirî ji dûr ve kir teqandin.
Asayişê diyar kir, di encama teqînê de zarokekî 14 salî canê xwe jidest da û 7 kesên din jî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.
Asayişê ji ber rewşa ewlehiyê, ajotina motorsîklan li nava bajêr ji dema derketina vê daxuyaniyê qaedexe kir û daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rênimayên asayişê bibin.