500 rewşenbîr bo cîhanê: Rêzê li biryara referandûmê bigirin

Xwedîderketina li Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya ji bakur kêlî bi kêlî zêdetir dibe. Peyameke xwedîderketinê vê carê ji 500 rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqnas, nivîskar û nûnerên qada civakî hat ragihandin. 500 rewşenbîran bi yek dengî piştgiriya xwe ragihand û bang li raya giştî ya cîhanê kirin ku, rêzê li biryara referandûmê bigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê, 500 rewşenbîrên ji Diyarbekir û bajarên din ên herêmê bi yek dengî peyama xwe ji bo xwedîderketina li Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji bo raya giştî aşkera kirin.

Di peyama rewşenbîran de hat gotin ku; "Em dibêjin; biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya ku dê di 25'ê Îlona 2017'an çê bibe, mafekî rewa yê spartiyê hiqûqa Neteweyên Yekbûyî ye û li gorî çarçoveya 'Her gel dikare qedera xwe bi azadî tayîn bike!' hatiye pesendkirin. Ji ber vê yekê jî Em biryara referandûma li Kurdistanê destek dikin û bang li her kesî dikin ku li vê biryarê û ji encamên ku ji vê biryarê derkevin re rêzdar bin.'