Serok Barzanî: Referandum nema di destê ti kes û aliyekî de ye û di dema xwe de wê bê kirin

Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî, pêşwazî li balyozê Firerensa li Iraqê Birobo Obêrt kir û ragihand ku referandum biryara gelê Kurdistanê ye û nema di destê kes û partiyan de ye û di dema xwe ya destnîşankirî de wê bê encamdan.

K24- Navenda Nûçeyan

Di wê civînê de ku kunsulê Firensa li Hewlêrê Domînîk Mas jî têde amade bû, balyozê Firensa ragihand ku Firensa ne li dijî xwesteka gelê Kurdistanê ye û dixwaze pêwendiyên dîrokî di navbera gelê Firensa û gelê Kurdistan de pêş bikevin û bihêztir bibin û got: "Wek bingeh Firensa ne li dijî referandumê ye, lê dibîne ku neha dem ji bo referandumê ne guncaye û eger heye bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê bike."

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî, tekez kir ku biryara referandumê, ne biryara yek yan du partiya ye, lê ew biryara gelê Kurdistanê ye bi hemû pêkhateyan û biryara Perlemana Kurdistanê ye û niha jî dem nemaye ku behsa paşxistina wê bê kirin û ew biryar ji destê partî û kesatiyan derketiye û di dema xwe de wê bê encamdan û di roja 25 vê mehê de wê gelê Kurdistan biçe ser sindoqan û deng û xwesteka xwe ji bo hemû cîhanê rabigehînin.