Nivîskar Qahir Bateyî “Rêbera Sê Zimanî” weşand

Rêbera bi 3 zimanî û 2 alfebeyan hat çapkirin. Ji aliyê weşanxaneya Sîtavê ve pirtûka 'Rêbera bi sê zimanî' ku ji 2 zaravayên Kurdî: Soranî-Kurmancî û Tirkî û Farisî hatiye amadekirin derket. Nivîskarê pirtûkê Qahir Bateyî ragihand ku pirtûkeke ku bi kedeke dûvdirêj hatiye amadekirin û wek nimûneyekê ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Rêbera bi 3 zimanî û 2 alfebeyan hat çapkirin. Ji aliyê weşanxaneya Sîtavê ve pirtûka 'Rêbera bi sê zimanî' ku ji 2 zaravayên Kurdî: Soranî-Kurmancî û Tirkî û Farisî hatiye amadekirin derket. Nivîskarê pirtûkê Qahir Bateyî ragihand ku pirtûkeke ku bi kedeke dûvdirêj hatiye amadekirin û wek nimûneyekê ye.

Nivîskarê lêkolîner Qahar bateyî pirtûkeke bi Soranî-Kurmancî û Tirkî û Farisî ku bi tîpên Aramî û Latînî hatiye amadekirin pêşkêşî xwîner û geştîgeran dike. Bateyî radigihîne ku amadekirina berhema 'Rêbera 3 zimanî' de keda gelek niviskar û lêkolîneran heye û xebateke nimûneyî ye.

Nivîskarê Kurd Qahir Bateyî tîne ziman ku di pirtûkê de, ji ber pirtûk bi pîtên Aramî û Latînî li gel hev hatine nivîsandin, kedeke dûvdirêj û zehmet bo hatiye dayîn, lê berhema ku derketiye holê jî berhemeke nimûneye û tê de hem berhevdayîna 3 zimanan aşkere dibe, hem jî dewlemendiya Kurdî şênber dike.

Nivîskarê û lêkolîner Qahir Bateyî li ser pirtûka xwe ji K24ê re wiha axivî: "Bi rastî gelek zor zehmtiyên wê hebûn, belkî zehmetiya herî mzin jî du alfebeyî bû. Yanî xebata du alfabeyî gelek gelek zehmet e. Xebata ku min li ser vê berhemê kir, li ser hin berhemên din bikira belkî 5-6 berhem amadê bikira. Rojê dora 15-16 demjimêrên min li ser vê diçûn. Lê di encamê de, piştî zehmetiyên giran berhemeke pir baş derket."

Bateyî bal kişand ku berhema 3 zimanî, bi keda gelek nivîskar, wergervan û lêkolîneran wek berhemeke kolektîfî hatiye amade kirin û spasî û razîbûna xwe ji kesên ku hevkariya wî kirine re diyar kir.

Qahir Bateyî, da zanîn ku di pirtûkê de li gel axaftinên rojane ku bi sê zimanan û 2 alfebeyan hatine amadekirin, ji aliyê wêjeyî ve jî, gelek peyvên kevnar yên Kurdî jî hene û bi berhevdana herdû zimanên din dewlemendiya Kurdî jî xuya dibe. Bateyî bal kişand ku zaravayên Kurdî ger ji hev sûd bigrin, Kurdî zimanekî gelek dewlemend e.

Nivîskar Qahir Bateyî dibêje: "Bi taybet ji bo geştiyaran pêwist e. Yanî kesekî ku ji vê derê biçe başûr, wê çewa soranî xwe îfade bike, çewa pêdiviyên xwe yên rojane vebibêje, dema ku biçe xwaringehê yan jî dikanekî. Her wiha kesek ku biçe Îranê, yan jî ji Îranê were vê derê, yanî kesekî Faris ku were vê derê Tirkî yan jî Kurdmanciya vir dê çewa biaxife yan jî kesek ji Bajûr were vê derê ku ev pirtûk di destên wî/wê de be dikare bi hêsanî pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne."

Pirtûka bi sê zimanî li gel ku li pirtûkxaneyên, Bakurê Kurdistanê û Turkiyeyê, dê li Başûrê Kurdistanê jî bê firotin. Bateyî radigihîne ku ew hewl didin ku pirtûkan ji bo Rojhilat û Rojava jî bişînin.