Tirkiye daxwaza rakirina sizayan ji Amerîka dike

Di 12ê vê mehê de û piştî du salên zindanîkirinê, keşeyê Amerîkî hat azadkirin, lê heya niha Amerîka sizayên xwe li ser Tirkiyê bidawî neaniye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî ku keşeyê Amerîkî hat azadkirin, niha Hikûmeta Tirkiyê li bendî wê yekê ye, ku Amerîka sizayên abûrî ji ser Enqerê rake.

Peyvdarê Serokatiya Tirkiyê ji Ajansa Reutersê re got: Niha Tirkiye çav li riya wê yekê ye, ku Amerîka sizayên li ser Enqerê sepandiye bidawî bîne, ji ber ku niha keşe Andrew Brunson hatiye azadkirin.

Zindanîkirina keşeyê Amerîkî û çend pirsên din, pêwendî di navbera Amerîka û Tirkiyê de têk dabûn, bi awayekî ku Amerîka sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepand û di encamê de, nirxê Lîreya Tirkiyê daket.

Di 12ê vê mehê de û piştî du salên zindanîkirinê, keşeyê Amerîkî hat azadkirin, lê heya niha Amerîka sizayên xwe li ser Tirkiyê bidawî neaniye.

N.O