Foza Yûsif: Avakirina artêşa nû ji bo rûbirûbûna Tirkiyê û rêjîma Sûriyê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirseke Federaliya Bakurê Sûriyê radigihîne avakirina artêşa nû tenê ji bo rûbirûbûna êrîşên Tirkiyê û rêjîma Sûriyê ye.
Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Federaliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif ji ajansa “Reuters” re raghand, armanc ji avakirina artêşa nû li bakurê Sûriyê tenê ji bo parastina sînorê Bakurê Sûriyê ji êrîş û gefên her yek artêşa Tirkiyê û rêjîma Sûriyê ye.
Foza Yûsif got, niha Tirkiye gefan dixwe û berî niha jî rêjîma Sûriyê çend êrîş kirin, û ji bo vê armancê pêwîstiya Bakurê Sûriyê bi artêşeke sînorî heye ji bo parastina destkeft û deverên ku di çend salên derbasbûyî de hatine rizgarkirin.
Wê berpirsa Federaliya Bakurê Sûriyê aşkere kir, ku ew hêz dê di jêr desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kar bike.