Amerîka: Niyet li cem me tine em hêzên xwe ji Sûryê bikşînin

Koşka Sipî: Kişandina hêzên Rûsî ji Sûryê ti bandorê li ser karê hêzên Amerîkî li Sûriyê nake.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdara Koşka Sipî Sarah Sanders ragihand, Amerîka wê li tevahiya eniyên şer, di şerê xwe de li dijî DAIŞê berdewam be heya wê girûpê bi temamî jinav bibe û careke din ew girûp li Sûriyê çalak nebe.

Bi gotina Sarah Sanders kişandina hêzên Rûsî ji Sûryê ti bandorê li ser karê hêzên Amerîkî li Sûriyê nake.

Di dawiya meha derbasbûyî de, wezareta berevaniya Amerîka bi ragihand, ku hejmara hêzên wê li Sûriyê 1700 serbaz derbas kiriye.

Duh jî serokê Rûsya Vladimir Putin di serdana xwe de ji bo Sûriyê fermana kişandina beşekî mezin ji hêzên Rûsî ji Sûriyê da, lê diyar kir, ku beşekî hindik ji hêzên Rûsî wê li bingeha Himêmîm û ya Tertûsê bimînin.