Li Biradost şer di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de derket

Şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) de li devera Sîdekan a Başûrê Kurdistanê derket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) de li devera Sîdekan a Başûrê Kurdistanê derket.

Peyamnêrê K24ê li Sîdekana Başûrê Kurdistanê da zanîn, li navçeya Biradost şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derket û hevdem jî topxaneya Tirkiyê ew navçe topbaran kir.

Da zanîn jî, artêşa Tirkiyê bi giranî gund û navçeyên wek Çiyadîl, Gerûyê Kewrit, Çiyakewêt, geliyê Xakurkê, Xwekurk topbaran kirin.

Ji meha Adara bûr ve, artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê li nava xaka Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke esmanî û bijayî kiriye.

Di dema bûr de, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan çendîn caran gefa wêrankirina Qendîlê bi ser gerîlayên PKKê de xwaribû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di çend daxuyaniyan de daxwaz ji PKKê kiribû ku ji xaka Herêma Kurdistanê ve êrîşên çekdarî li dijî Tirkiyê encam nede û ji xaka Herêma Kurdistanê derkeve.

 

S. B