Şoreş Hacî: Em li gel parastina keyana Herêma Kurdistanê ne

Şoreş Hacî: "Tevgera Goran kar ji bo pêkanîna hikûmeteke demkî dike."

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Tevgera Goran Şoreş Hacî di kongirekî rojnamevanî de ragihand: "Tevgera Goran li gel parastina keyana Herêma Kurdistanê ye."

Şoreş Hacî daxuyaniya civîna civata Goran xwend û got: "Em daxwaza pêkanîna komîteyekê dikin ji bo pêdaçûnê derbarê ziyanên Kerkûk, Xaneqîn, Şingal, Mexmûr, Xurmatû û tevahiya navçeyên din û qerebûkirina wan ziyanan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve."

Herweha got: "Çi destdirêjiya li ser welatiyên wan deveran hatiye kirin, em şermezar dikin."

Navhatî got jî: "Tevgera Goran kar ji bo pêkanîna hikûmeteke demkî dike ji bo derbaskirina rewşa niha û amadekarî ji bo hilbijartinên sertaserî."