Koçberên Şingalê pêşwazî li vegera Pêşmerge dikin

Li ser dengoya asayîbûna rewşa navçeyên Kurdistanî û vegera Pêşmerge, koçberên Şingalê pêşwazî li wan pêngavan dikin û dibêjin, bi vegera Pêşmerge bo navçeyên wan re avedanî û aramî vedigere û ev yek rê li pêş vegera wan jî ser mal û milkên xwe vedike.
kurdistan24.net

K24 – Duhok

Li ser dengoya asayîbûna rewşa navçeyên Kurdistanî û vegera Pêşmerge, koçberên Şingalê pêşwazî li wan pêngavan dikin û dibêjin, bi vegera Pêşmerge bo navçeyên wan re avedanî û aramî vedigere û ev yek rê li pêş vegera wan jî ser mal û milkên xwe vedike.

Yek ji koçberên Şingalê yê bi navê Kerîm Hadî ji K24ê re got: “Ta Pêşmerge venegere, Şingal ewle û aram nabe û dê rêxistinên mirovî jî bi armanca avedankirinê serdana Şingalê bikin. Niha li Şingalê ne elektirîk û ne av heye. Vegera Pêşmerge gaveke baş e ji bo avedankirina Şingalê û em jî wê demê dikarin vegerin ser mal û milkên xwe.”

Koçberekî din ê bi navê Heysem Yûsif dibêje: “Bêgûman heger Pêşemrge vegere Şingalê, xelk dê biçe ser mal û milkên xwe û kar û avedanî dê dest pê bike. Daxwaz jî dikin piştre Şingal bibe parêzgeh.”

Danûstandinên şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê derbarê rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û pirsa vegera Pêşmerge berdewam in. Wezîrê Pêşmerge bi wekalet di daxuyaniyeke taybet ji K24 re ragihand, vegera Pêşmerge tenê ne ji bo Kerkûkê ye, belkû tevahiya navçeyên Kurdistanî li xwe digre. 

Ji aliyê xwe ve, Parlemanterê ji Firaksiyona PDKê li Parlemantoya Iraqê Beşar Kîkî ji K24ê re ragihand, ew agahdarî hûrgiliyên plana vegera Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî ne û di vê mehê de Pêşmerge vedigerin û destpêkê Pêşmerge vedigerin Kerkûkê û piştre navçeyên din.