Heşda Şeibî sipasiya Bafil Talebanî dike

Bi riya torên civakî çekdarên Heşda Şeibî sipasiya helwesta Iraqiyane ya Bafil Talebanî dikin

K24 – navenda Nûçeyan

Piştî radestkirina Kerkûkê ji mîlîşyayên Heşda Şeibî re, bi riya torên civakî çekdarên Heşda Şeibî sipasiya helwesta Iraqiyane ya Bafil Talebanî dikin beramberî ew xizmeta ku ji Heşda Şeibî re kir.

Berî niha jî mîlîşyayên (Esayib) ku bi neyarên herî bi kîn yên Kurd û Kurdistanê tên naskirin, di daxuyaniyekê de bi fermî sipasiya berpirsên YNK kir ji bo wan xizmetên ku pêşkêşî wan kirine û rê dan Heşdê ku derbasî Kerkûkê bibe û bajar dagîr bike.

Di rûpela Heşda Şeibî de hatiye belavkirin, ku vekişyana Pêşmerge û radestkirina sengerên wan bi fermana Bafil Talebanî bû ye û helwesta Bafil bi karekî cihê serfiraziyê û rûmetê wesif dike.