Di zindanên Tirkiye de 743 zarok hene

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran zarokên ku li cihê di dibistanan de bixwînin di kargehan de karên giran dikin. Gelek keçikên hîn zarok jî bi zora malbatê tên zewicadin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran zarokên ku li cihê di dibistanan de bixwînin di kargehan de karên giran dikin. Gelek keçikên hîn zarok jî bi zora malbatê tên zewicadin. Li Diyarbekirê ji bo ku balê bikişînin ser mafên zarokan hîn çalakî hatin kirin. Parastvanên mafên mirovan jî amaje dikin ku zarokên Kurdên bakûr ji bikaranîna zimanê dayîka xwe bêpar dimînin û ev yek jî binpêkirina mafê zarokan e.

Li Diyarbekirê ji bo ku di Roja Mafên Zarokan a Cîhanî de balê bikişînin ser mafên zarokan û kiriyarên xirab yên li hember zarokan tê kirin hin çalakî hatin kirin. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê di 6 salên dawîn de 142 hezar û 298 keçikên hîn zarok bûne dayîk. Ji aliyê dibistaneke taybet ve li Meydana Bajêr bûkanî li modelekê hat kirin û zarokan bang li mezinan kir ku keçikên hîn piçûk nezewicînin. Sanîye Gorûr mamoste ye û dibêje; derûniya keçikên ku hîn zarok tên zewicandin têk diçe.

Mamoste Saniye Gorur ji K24ê re got: "Hûn dizanin bi taybetî li welatê me gelek keçikên hîn zarok tên zewicandin. Em naxwazin zarok bibin bûk; em dixwazin zarok zarokatiya xwe bijîn, lîstokên xwe bilîzin. Divê dayîk û bavên ku zarokên xwe di temenê piçûk de dinezewicînin, derûniya wan zarokan jî bifikirin û wan şaşiya nekin."

Li gor peymanên navdewletî divê zarok bi ziman û çanda xwe perwerdehiyê bibînin, bikaribin bi zimanê xwe bi awayeke azad xwe îfade bikin lê Tirkiye di sala 1995'an de nerazîbûna xwe li hember vê xalê daniye. Rêveberê Komîsyona Mafên Zarokan Ya Komeleya Mafên Mirovan a Diyarbekirê Ercan Yilmaz amaje dike ku mafê zarokên ku nekarin bi zimanê dayîka xwe perwerdehiyê bibînin tê binpêkirin.

Rêveberê Komîsyona Zarokan Ya ÎHD'ê Ercan Yilmaz wiha axivî: "Ji ber ku zarok nikarin bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin ji mafê pêşveçûnê bêpar dimînin. Mafê perwerdehiyê bi yasayên navdewletî hatine mîsogerkirin lê ev mafê wan tê binpêkirin. Ji ber şer û aloziyên li bakûr jî mafê jiyanê yê zarokan tê binpêkirin."

Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê di salê de 8 hezar zarok rastî destdirêjiyê tên. Parastvanên mafên zarokan hewila pêşîlêgirtina kiriyên xirab yên li hemberî zarokan tên kirin didin. Ji aliyê din ve li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan niha 743 zarok bi dayîka xwe re di girtîgehan de ne. Endamê Komîsyona Mafên Zarokên yê Baroya Diyarbekirê Eyûb Aydenîz jî amaje dike ku di girtîgehên zarokan de jî gelek kiriyarên xirab li hember zarokan tê kirin.

Eyûb Aydenîz dibêje: "Ji bilî mafên ziman û jiyanê hemû mafên zarokên me tên binpêkirin. Destdirêjî li zarokan tê kirin, zarok nikarin xwe biparêzin. Zarok ew kesên ku nikarin xwe biparêzin in."

 Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanî de careke din li ser rewşa zarokên xebatkar, yên di girtîgehan de, yên rastî destdirêjiyê tên û keçikên ku hîn zarok tên zewicandin çalaki hatin kirin, daxûyanî hatin dayîn. Lê parastvanên mafên zarokan dixwazin ku di serî de dayîk û bav zarokên xwe ji kiriyarên xirab biparêzin.